Son Yazılarımız

DÜNYA ANADİL BAYRAMI VE İHSAN AKSOY

Loading

Değerli Okuyucular:

Anadil Bayramınız Kutlu Olsun!  Roja zimanê zikmakî pîroz be!

“21 Şubat Dünya Anadil Günü”, UNESCO tarafından 1999 yılında ilan edilmiş ve 2000 yılından itibaren her yıl kutlanmaktadır. Bugünün amacı, dil çeşitliliğini ve çok dilliliği teşvik etmek, anadillerin korunmasını sağlamak ve yok olma tehlikesi altındaki diller konusunda farkındalık yaratmaktır. Bugün dünyada 7.000’den fazla dil konuşulmaktadır, ancak UNESCO’ya göre bu dillerin neredeyse yarısı yok olma tehlikesi altındadır.

Hiç şüphesiz anadil, bir halkın kültürünü, kimliğini ve tarihini taşıyan en önemli unsurlardan biridir. Ayrıca Anadilinde eğitim gören çocukların akademik başarılarının daha yüksek olduğu bilimsel olarak kanıtlanmıştır. Bu nedenle UNESCO, anadilde eğitimi destekleyerek bireylerin öğrenme süreçlerini kolaylaştırmayı amaçlamaktadır. Diller sadece bir iletişim aracı değildir; aynı zamanda kültürel mirasın ve kimliğin bir parçasıdır. Dillerin yaşaması, toplumların özgür ve güçlü kalabilmesi için kritik öneme sahiptir. Bu yüzden, anadilimizi yaşatmak ve yeni nesillere aktarmak hepimizin sorumluluğudur.

Bugün biliyoruz ki anadilin korunması, insan haklarıyla doğrudan bağlantılıdır. Birçok ülkede azınlık dilleri hâlâ baskı altında veya resmi statüye sahip değil. Bunlardan birisi de anadilim olan Kurmanççadır.

NEDEN 21 ŞUBAT?

Bu tarih, 1952 yılında Pakistan’da Bengal dilinin resmi bir dil olarak tanınması için yapılan protestolarda hayatını kaybeden beş Bengalli öğrenciyi anmak amacıyla seçilmiştir. Bangladeş’in bağımsızlık sürecinde önemli bir rol oynayan bu olay, anadil mücadelesinin simgesi hâline gelmiştir.

 1970’Lİ YILLARDA TÜRKİYE’DE KURMANÇÇA DİLİ

Yazılı Kurmançça ile ilk kez 9-10 yaşlarında çocukken tanıştım. Merhum Medet Serhat, Iğdır’a gelirken yanında M. Emin Bozarslan’ın “ALFABE” isimli çocuklara yönelik yazılmış kitabını da getirmişti. Evimizde misafirdi. Alfabe kitabını alıp merakla sayfalarını çevirdim. Renkli sayfalarda elma, armut gibi meyve; eşek, at, koyun gibi hayvan resimleri vardı. Altında Kurmançça karşılıkları yazılıydı. Bu alfabe evimizde birkaç gün kaldı.

M. Emin Bozarslan’ın “ALFABE” isimli kitabı

1976 yılında Koral Yayınlarından M. Emin Bozarslan’ın çevirisiyle Ehmedê Xanî’nin  “Mem û Zîn” isimli kitabı okuyucuyla buluştu. Bu kitabın sol tarafı Kurmançça, sağ tarafı Türkçeydi. Bu kitaptan bir nüsha aldım ve yatılı okuduğum Kabataş Erkek Lisesi’nde sürekli yanımda bulundurdum. Fırsat buldukça okuyor, Türkçe ve Kurmançça kelimeleri karşılaştırıp kendimce bir sözlük hazırlıyordum. 1977 yılı Mart veya Nisan ayında ünlü Sovyet Kürt yazarı Ereb Şemo’nun “Şivanê Kurmanca” isimli kitabı, Özgürlük Yolu Yayınları tarafından “Şivanê Kurd” olarak yayımlandı. Kurmançça okumakta zorluk çeksem de büyük bir zevkle kitabı defalarca okuduğumu hatırlıyorum.

Yine aynı yılın (1977) haziran ayında Özgürlük Yolu Dergisi’nin 25’nci sayısında İhsan Aksoy, ünlü İranlı yazar Samed Behrengi’nin “Küçük Kara Balık” isimli çocuk hikayesini, “Masiyê Reş ê Piçûk” ismiyle tefrika halinde yayımlayınca bir anlamda Türkiye’de Kurmançça dili büyük bir dönüşüm yaşamaya başladı.

İhsan Aksoy’un çevirisi Özgürlük Yolu Dergisinin 25, 26 ve 27’nci sayılarında yayımlandı 

***

Aradan yıllar geçti. Geriye dönüp baktığımda İhsan Aksoy’un bu çevirisinin Kurmançça yazı dilinin gelişmesi anlamında bir dönüm noktası olduğunu anlıyorum.

İhsan Aksoy, bu çeviriyi yaparken o yıllar Türkiye Kürtlerinde revaçta olan “M. Emin Bozarslan Alfabesi” kullanılıyordu. Bu alfabe, bugün artık bir standart haline gelmiş olan Celadet Bedirxan Alfabesi’nden birkaç yönüyle ayrılıyordu.

Bedirxan Alfabesindeki “i” harfini M. Emin Bozarslan “ı”; yine Bedirxan Alfabesindeki “î” harfini M. Emin Bozarslan “i” olarak kullanıyordu. İhsan Aksoy da bu çeviride M. Emin Bozarslan Alfabesini esas almıştı.

İhsan Aksoy’un 1977 yılında kaleme aldığı “Masiyê Reş ê Piçûk” çevirisine yeniden yer verirken harfleri Bedirxan Alfabesi ile uyumlu hale getirdim.

İHSAN AKSOY KİMDİR?

1944 Ağrı doğumlu İhsan Aksoy, Ankara İktisadi ve Ticari İlimler Akademisi’nden mezun olur. Türkiye İşçi Partisi (TİP) ve Devrimci Doğu Kültür Ocakları’nda (DDKO) görev alır. 12 Mart 1971 Askeri darbesinde tutuklanıp Diyarbakır cezaevine konur. 1974’deki Genel Afla serbest kalır.

Türkiye Kürdistanı Sosyalist Partisi (TKSP) kurucusu olarak görev üstlenir. Özgürlük Yolu dergisinde yazıları yayımlanır. 1977’de Mecit Hun’un kızı Süheyla Hanım’la evlenir. 1979’da Rabun isimli oğlu dünyaya gelir.

1979 yılında TKSP’den ayrılıp Pêkanîn (Oluşum) Hareketine öncülük eder. 1980 Mayıs’ında İran üzerinden Almanya’ya geçer, bu ülkeye iltica eder.

Frankfurt’ta arkadaşlarıyla birlikte Mala Gelê Kurd (Kürt Evi) derneğini kurar, 1980’de Gazîya Welat (Vatan Çağrısı) gazetesini ve 1981’de Wekhevî (Eştilik) dergisini yayın hayatına sokar.

1989’da Darmstadt şehrinde Ararat Resturant’ı açan İhsan Aksoy, 2004 Şubat ayında Türkiye’ye döner. Mersin’de arkadaşlarıyla birlikte AÇILIM dergisini yayımlar. TRT Şeş’in kuruluşunda da yer alan İhsan Aksoy, 2013’de Almanya’da böbrek nakli ameliyatı olur.

İhsan Aksoy, 1979’da Ankara’da “Ulusal Sorun ve Türkiye’de Ulusal Sorun” ve 1985’de de Almanya’da “Kürd’ün Türküsü” kitaplarını yayımlar. Gazeteci ve yazar Enver Sezgin’le yaptığı nehir söyleşi kitabı “İyi Ki Böyle Yaşamışım” 2014’de İstanbul’da okuyucuyla buluşur. Vefatından sonra editörlüğünü Prof. Dr. Ahmet Özer’in yaptığı ve dostlarının O’nun hakkındaki yazılarını içeren “ADAM” isimli kitap yayımlanır.

24 Ekim 2017 tarihinde lösemi ve böbrek yetmezliğinden vefat eden İhsan Aksoy, Darmstadt’daki aile mezarlığına defnedildi

SAMED BEHRENGİ KİMDİR?

Azerbaycan asıllı öğretmen ve yazar Samed Behrengi 24 Haziran 1939 tarihinde Tebriz’de dünyaya gelir. Öğretmen okulunda okur. Köy okullarında öğretmenlik yapar. Bu arada Fars ve Azerbaycan halk kültürü üzerine incelemeler yapar. Halk dilinde dolaşan masal ve söylenceleri derler, çocuk hikayeleri yazar. Eserlerinde adalet ve eşitlik duygusuna yer verir, direnmeyi öğretir. Bir anlamda Şah yönetimine karşı bir başkaldırının önünü açar. Bu durum belli kesimleri rahatsız eder.

Samed Behrengi 28 yaşındayken (31 Ağustos 1967) şüpheli bir şekilde Aras Nehri’nde ölü bulunur. Yazarın kitapları onlarca farklı dile çevrilmiştir.

MASIYÊ REŞ Ê PIÇÛK    (Werger: Îhsan Aksoy /Pûşper 1977)

Şeva çile zivistanê bû. Pîreka masî, deh-donzdeh hezar zar û nebyên xwe koma dora xwe kiribû û ji wan ra çîronek digot:

“Waxtekî masiyek reş ê piçûk hebû. Ev masiyê reş ê piçûk, tev li diya xwe di newalek piçûk da dijîya ku avên vê newalê ji nav lat bû. Vî masiyê reş û piçûk tim hêvî dikir ku ronahiya hîve ciyê wan ronak bike. Digot: ‘Qe nebe, bila carekî ronak bike’.

“Pîreka masî çîronek digot” (Yaşlı bir balık masal anlatıyordu)

**

Masiyê piçûk û dayika wî, ji sibê heya êvarê din av vê avê da sobayî dikirin û carna jî tevî masiyên din dibûn, di vê ava tenik da diçun û dahatin. Masiyê reş ê piçûk delaliya diya xwe bû. Din av deh hezeran hêkên ku diya wî danî bû, jê tene ew mabû.

Pir mixabin ku di van rojên paşîn da masiyê reş ê piçûk ketibû nav ramanên kûr. Canê wî ne dixwest ku xeberde jî.

Dayika masî bêkêfiya çêlê xwe fam kiribû û gelek ber wî diket. Gelo çiyê masiyê piçûk hebû? Nebe ku ew nexweş, be? Ax, masiyê piçûk zûtirkê pak bibûya, zûtirkê nexweşî ji ser xwe bavita.. Dayika masî bi xwe û xwe usa difikirî.

Lê çi heye ku masiyê reş ê piçûk nexweş ne bû. Derdekî wî yê din hebû.

Rojekî, sibê da zû, hin ku roj derneketibû, masiyê reş ê piçûk diya xwe hişyar kir:

“Dayka delal, ger az bi te ra xeberdim.”

Diya wî nîvxewî û bê hiş:

“Leza te çiye, kurê min ê dela?” gotê. “Hîn em derneketine gera sibê. Em paşê xeberdin.”

“Na dayê. Ez êdî gerên han naxwazim. Ez ê lêxim ji van dera herim.”

“Çawa? Tu ê biçî?”

“Belê dayê. Ez dixwazim zûtirkê biçim.”

“Vê sibê zû tu ê kuda biçî lawê min?”

Masiyê reş ê piçûk carê xistibû serê xwe:

“Dixwazim dawîya vê newalê bibinim, dayê” got wî. “Ew çend meh in ku ev pirs di bîra min da ye. Gerek ez ciyê ku ev newal xilas dibe hînbim. Heya îro min ji vê pirsê ra bersîvek ne dît. Şevan xwe nakeve çavê min. Her tim viya difikirim. Dayê, êdî min biryara xwe daye, ezê biçim û newal li kuderê xilas dibe hînbim. Li wir çi hene li ciyê dinê çi hene ez dixwazim bibînim û hînbim.”

Ser van gotinan diya wî bi jan keniya.

Got, “Lawe min, gava ez ji mîna te piçûk bûm ramanên usa bîra min diketin. Lê ew newal bê ser û bê bin e. Tiştê ku tu dibînî hemû usa ye. Ev newal tim diçe û diçe, qet li ciyekî xilas nabe.”

Masiyê reş ê piçûk gava ev gotinên han bihîstin:

“Çawa dibe dayika delal,” got. “Her tişt bi serî û bi binî ye. Wek rojê, şevê, mehê, salê ku paşiya wan heye.”

Diya wî bi hêrs pirsa wî birî, got:

“Ji laşê xwe mezintir pirsan meke! Nuha rabe em derkevin gerê. Bilcimîyê meke!”

Masiyê reş ê piçûk li ber diya xwe sekinî, got:

“Na dayê. Min got ku di nav vê newalê da ji çûyîn û hatinê êdî bêzar bûme. Wekî din dunê da çi hene çi dibin, dixwazim bibînim. Dibe ku nuha tu dikevî şikê û dibê, ‘gelo kê ev fikrên usa bi ber kurê min ê piçûk xistiye?’. Vîya baş bizanbe ku ev gelek waxt e, ez li ser fikrên han difikirim, serê xwe da dibim, tînim. Lê belê ji masiyên din jî gelek tişt hînbûm. Ango ew masiyên pir ku bona rewşa xwe digîrin, jiyînê tiştek wala dibînim, li ser wê gelek fikirîm. Tu ji baş dizanî ku masiyên pir her tim ji tişteki ne razine, bêzar in, kuzekuz in. Ma jiyîn, ji sibê heya êvarê di nav vê ava teng da çûyin û hatin e, hemû ev e? Ma heya mirinê em ê ûsa bikin? An di vê cîhanê da jiyînek din jî heye? Ev e, ez dixwazim vîya hînbim.”

Diya wî bi lez û tirs dengê xwe bilindkir:

“Kuro, ma tu dîn bûyî? Kâinat kâinat dibêjî, ev çiye? Kâinata te, derdorê ku tu nav da dijî ev e! Jîn jî evê ku em dijîn û tên.”

Vê gavê masiyek giregir sobayî kir û ber bi wan va hat. Ji dayika masî ra got:

“Xêre cinarê, tu û kurê xwe çima lecdikin? Usa xuyaye ku vê sibê nîyeta we tune hûn derkevin gerê.”

Mak masî bi gazin derket ber ciyê xwe:

“Ax,” got. “Min ê ev rojên han ji bidîyana? Ev çi dinyake paşope ye. Lê nanêrî êdî zarokên qasî çar tiliya dixwazin rê şanî diya xwe bikin.”

“Çawa?”,

“Ka ew piçûke min heye, wî dest pê kiriye dibêjê ez ê îllahîm biçim dinyayê bibînim. Sibê vir da goştê min xwariye. Ji laşê xwe mezintir pirsan dike.”

Masiyê cînar, gava ku ew gotin bihîstin, vegerî masiyê reş ê piçûk û rûyê xwe tirş kir:

“Kuro binêre! Ji kingê da tu ketiyi nav zana û fîlozofan, erê? Çawa dibe ku me ew tişt fam nekiriye?”

“Xanima cînar, nizanım tu çima behsa zana û fîlozofan dikî. Tiştê ku ez dizanim, ew gerê her rojî êdi bihna min teng dike. Ez nikarim jiyînek bi vî awayî bajom. Ez naxwazim bi salan şunda ji wek masiyek bom bimînim, kalbim û bimrim.”

Masiya cînar, metelmayî:

“Tu çi tehrî xeberdidî?”

Diya wî kelogirî:

“Tu caran ne dihate bîra min ku kurê min ê delal rojekî li ber min bisekine û rûberî min be. Yeqin, yek heye ku pirsên han bi ber wî dixe. Carê min bizanbiya ku ew kêye!”

Masiya cînar xuzî guhê mak masî bû û bi dengekî nizm gotê:

“Lê xuşkê, çima avkîsikê xelxelek nayê bîra te?”

“Ha, te rind anî bîra min, cînar,” got mak masî. “Gotina te ye. Ewî tim nêzikî kurê min dibû. Xwedê bela wî bide!”

Kingê masiyê reş ê piçûk van pirsana bihîst gelek bi hêrs ket:

“Lê dayê,” got, “Usa xeber mede, ew hevalê min bû.”

Diya wî bi tirane, jê pirsî:

“Heya nuha caran kesî dîye ku masiyek û avkîsikek ji hevra hevaltî bikin?”

“Masiyê reş ê piçûk ji dengê xwe bilindkir:

“Min ji ne bihistiye ku masiyek û avkîsikek ji hevra bûne dujmin. Lê her usa ji min bîr nekiriye ku we dixwast wî bixeniqînin.”

Masiya cînar kingê ew bihist, got:

“Nuha dora vê meselê nîn e. Ew mesele di rojên çûyî da ma.”

Masiyê reş ê piçûk li ber wan sekinî:

“We behsa rojên çûyî kir.”

Vê care masiya cînar bi hêrs:

“Xwazî me ev di waxtê da bikuşta gelek baş dibû. Nuha ew derdorê xwe çawa jardadayî dike, em vê yekê baş dizanin.”

Masiyê reş ê piçûk li ber wan sekinî:

“We behsa rojên çûyî kir.”

Vê care masiya cînar bi hêrs:

“Xwazî me ev di waxtê da bikuşta gelek baş dibû. Nuha ew derdorê xwe çawa jardadayî dike, em vê yekî baş dizanin.”

Masiyê reş ê piçûk gotê:

“Herwekî usa ne, hewce ye hûn min ji bikujin. Lewre ez ji fikrên nuh li derdorê xwe bela dikim.”

Masiya cînar bi vê gotinê gelek bi hêrs ket. Got:

“Hay lolo! Bi min maye, ez tiştên han xeberdidim?”

Masiyên din jî bi xeberdana wan hesiyan û nêzikî wan bûn. Xeberdana masiyê piçûk ew ji bi hêrs xistin.

Masiyek pîr, bi dengekî zerp, tevli xeberdanê bû:

“Ma tu usa zanî ku guneyê me bi te tê?”

Masiyek din gotê:

“Gere guhê vîya rind bê kişandın.”

Diya wî, gava ew gotin bihîstin, qîriya:

“Rêya xwe da biçin, kurê min aciz mekin!”

“Li min binêre, Xatûn,” got, ji nav wan yekî. “Te çawa zarokê xwe baş terbîye nekiriye, hewce ye ku tu cazayê wî ji bikşînî.”

“Heya îro min bi kê ra cînartî kiriye, xebera min tunebûye. Bawerbin, gelek şerm dikim ez. Hîn ku em neketina rewşeke xiraptir, em vî birevînin cem avkîsk.”

Gava ku hemû masiyan êrişî ser masiyê reş ê piçûk kirin ku wî bigrin, hevalên wî yên piçûk dora wî girtin û ew ji tehlûkê xilas kirin.

Diya wî bi destê xwe rûyê xwe girtibû û digrîya.

“Way li minê! Ev çibûn hatin serê min! Kurê min ji dest diçe. Nuha ez ê çi bikim?”

Masiyê reş ê piçûk jê ra got:

“Bi dû min megire, dayê. Tu ku digîrî li rewşa evan masiyê pîr bigîre!”

Masiyek qiriya ser wî:

“Zimanê xwe dirêjî me meke, hilçik!”

Masiyek din, got:

“Gava rojekî bixwazî şunda werî, wê gavê tu dibinî di ser te da çi tê.”

Yê sisêyan, usa lê dengkir:

“Evana xewnerojên xortaniyê ne, lao were meçe.”

Yê çaran jê pirsî:

“Li vir çiyê te kêmbu ku?”

Yê pêncan:

“Dev jê berde kurê min. Jinek din tune li dinyê.”

Yê şeşan, şîret lê kirin:

“Ger hişê xwe hildî serê xwe û li vir biminî, tu ê rojekî hemû xeletîyên xwe famkî.”

Yekî heftan usa got:

“Em ê bîra te bikin.”

Diya wî dengê xwe berda û gîriya û li ber wî geriya:

“Kurê min, meçe, çi dibî! Qûneyê te bi min nayê?”

Gotinek masiyê reş û piçûk ji wan ra ne mabû. Çend hevalên wî, ew heya ser çirê derbas kirin:

Gava ji wan veqetiya, got:

“Hevalino, de xatirê we, min bîr nekin.”

“Em çawa dikarin te bîr bikin?” gotin hevalên wî. “Te çavên me vekirin. Te tiştên usa hînî me kir ku em heya îro li ser ne fikirîbûn. Bi kêfxweşî bimîne. Hevalê me yê baqil û bêtirsî.”

Masiyê me yê reş ê piçûk xwe berda nav ava çirê û kete goleke piçûk. Berê gêj bû. Pir neborî hişê xwe hate ser heta jê hat dest bi sobayîyê kir. Heta îro wî ewqas ava mezin li cîkî da ne dîtîbû.

Gelo, di nav golê da çiqas jî pir çêlikên beqan hebûn. Bi hezaran…

Beqan û masiyan (Kurbağalar ve balıklar)

**

Çêlikên beqan gava masiyê reş ê piçûk dîtin, bi tirane:

“Hela li vî binhêrin!” gotin û pê keniyan.

“Kuro tu çi mehlûqekî ecêb î!”

Masiyê reş ê piçûk bi hêrs nihêrî wan:

“Xwe bizanbin û bi edeb xeberdin,” got. “Navê min Masiyê Reş ê Piçûk e. Gelo navê we çinin?”

Ji çêlikê beqan yek, ber bi pêş hat û lê vegerand:

“Navê me Çêlikê Beqan e.”

Yekî din:

“Em ji eslekî pir mezin û bilindin,” got.

Yê sisêyan:

“Li rûyê dinyayê ji me bedewtir tu mehlûq nîn e,” got.

Yê çaran jî xwe avête pêş û usa got:

“Em notî te bê şikl û ne rind nîn in.”

Masiyê reş ê piçûk bi van gotinan metelmayî:

“Caran ne dihate bîra kesî ku hûn ewqas ji xwe razîbin,” got û serê xwe hejand. “Lê ez li ser vê pirsê nasekinim û li qisûren we jî nanihêrim. Famdikim ku hûn jî nezaniyê usa xeberdidin.”

Ser vê gotinê, çêlikên beqan, jê pirsîn:

“Ango, tu dibêjî em bom in?”

“Belê, hûn bom in,” got masiyê reş ê piçûk. “Ger hûn bom ne buwana, we jî dizanibû ku li dinyayê gelek mehlûq hene.”

Ser vê gotinê çêlikên beqan bi hêrs ketin, lê nihêrin ku masiyê reş ê piçûk neheq jî nîn e; dîsa jî ber xwe dan û bi ken usa gotin:

“Tu jî hema zutirkê ji pirsên me xulî dibî. Em ji subê heya êvarê di nav vê golê da di vê dinyayê mezin da sobayî dikin û disekînin. Me ji dê û bavên xwe pêve tu mehlûqek ne dîtiye. Belê, yek jî kurmên erdê hene, lê ew jî ne hewce ye ku bêne hesibandinê.”

Masiyê reş ê piçûk ji wan pirsî:

“Jîna we ku hemû di nav vê gola piçûk da derbas dibe, çawa dibe ku hûn behsa dinyayê dikin? Hûn qe ji vê golê derketine derva?”

Beqên piçûk bi mereq jê pirsîn:

“Tu bêjî xencî vê golê tu dinye heye?”

Ser vê pirsê masiyê reş ê piçûk bi ken:

“Çawa tune,” got.

“Waa!”

“Qet ne hate bîra we ku ji vê golê wê da jî cî hebin ku meriv bikare tê da bijî?” got masiyê reş ê piçûk.

Çêlikên beqan, metelmayî demekî li wî nihêrîn. Piştre yekî jê pirsî:

“Ango tu dibê ku ciyê dinê jî hene ku meriv bikarbe tê da bijî?”

Yekî dinê derkete pêş:

“Tiştê usa nabe,” got.

Yekî din:

“Te xwe şaşkiriye,” got.

Li hikberî van gotina, masiyê reş ê piçûk êdî çi dikaribû ji wan ra bigota? Ya baş ew bû ku ewan mehlûqetê famkar di wir da bihêle û ji wê derê derkeve. Li ser çûyînê bu ku, nişkava xwest diya van çêlikan jî bibîne û jê ra xeberde. Ji wan pirsî:

“Diya we li ku ye?”

Nişkava dengê weqinîkê hat. Beqeke kık, ku li dora golê li ser kevirekî rûniştîbû, bi gupinî xwe avête nan avê, sobayî kir û ber bi masiyê reş ê piçûk hat. Bi hişkî jê ra got:

“Va ye li vira me, mîrê piçûk, ka daxwaza te çiye?”

Masiyê reş ê piçûk guh ne da hêrsa mak beqê û bi nermî silav lê kir:

“Rojbaş, xanima hêja.”

Mak beq, gelek bi hêrs jê ra got:

“Çiye tu li vir badilhewa xeberdidî? Tu usa dizanî ku tuyê zarokan bixapînî? Li min guhdarî bike! Binhêr, ez hatime vî emre, gelek baş dizanim ku dunê ev gola ye. De zutirkê ji vir derkev here, zarokê min aciz neke!”

Ji xwe, masiyê reş ê piçûk ji vê beqê hezhekiribû. Mehluqatek yan di nav avê da dijî, yan jî li der avê. Lê ev beqe han, him di nav avê da dijîyabû him jî li der avê! Na, ew ji eslekî baş ne dihat. Bi vî tehrî difikirîbû masiyê reş ê piçûk. Bi xwe û xwe got: “Ev e nijadek xiram, mehlûqek bê esl!” Vegerî û jê ra got:

“Ger tu sed salî jî bijî, tu ê bom û nezan bimînî, beqa belengaz.”

Gava mak beqê ev pirsana bihîstin, ji hêrsan sipîçolkî bû. Xwe avête ser masiyê reş ê piçûk. Lê masiyê reş ê piçûk notî tîrekî ji wir dûrket. Ev lecê piçûk ava golê tevlihev kir. Herî û kurmên golê av şolî kir.

Nuha newal gelek fireh bû. Dizivîrî, xelxelekî dibû û diherikî diçû. Li bilindahiya ji dûr va wek qeytanek zîv xuya dikir. Zinarekî mezin ketibû nav newalê û ew kiribû du felqa. Li ser vî zinarî jî margîskek bi kêf dirêj bûbû û xwe dabû ber tavê. Çavên wî li kêvjingekê bûn. Kêvjing, di bin avê da li ser lîma newalê zikê xwe têr dikir.

Kêvjingê di wê demê da beqeke piçûk dadiquland.

Masiyê reş ê piçûk ku nişkava kêvjing li ber xwe dît, gelek tirsiya.

Kêvjingê bi çavên bêbext li masiyê reş ê piçûk nihêrî. Je ra got:

“Tu çawa masiyek bedew i! Were cem min were metirse.”

“Şolê min heye,” got, masiyê reş ê piçûk, “Ez dixwazim li dinya alemê bigerim. Bibexşîne, lê ez naxwazim ku rêwitiya min di zikê te da xilas bibe.”

“Çima ewqas fikara dikî? Ji çi ditirsî masiyê reş ê piçûk?”

“Ez ne fikara dikim, ne jî tirsonek im,” got masiyê reş ê piçûk.

“Zimanê min, çavê min çi bibîne û aqlê min çi fambike wê dibêje.”

Kêvjing bi tirane:

“Baş e, belê, lê tu çawa dibînî û famdikî ku ez dixwazim te bixwim?”

“Badilhewa xwe mede nezaniyê,” got, masiyê reş ê piçûk.

“Nuha famdikim,” got kêvjingê. “Texmîna min, tu behsa beqa han dikî. Lê beq dujminên min in. Ew, li dinyayê xwe tenê mehlûqen serfiraz dihesibînin û ez jî bona wê, tu caran pêşa wan bernadim. Hewceye ku ez nîşanbidim wan ku dinya di dest kê da ye. Bona vê yêkê gere tu ji min netirsî. De nêzik were, metirse hêyran.”

Kêvjing û masiyan (Yengeç ve balıklar)

**

Kêvjingê, alîkî da xeberdida û alîye din da jî nêzikî masiyê reş ê piçûk dibû.

Masiyê reş ê piçûk, dilê xwe da got: “Durûyê heram, xwînmêjê qilêr!”

Lê bi rêvacûna kêvjingê ji kenê wî dahaat.

“Tu çi mehlûqek belangazî,” got, bi ken, “Tu hînnizanî wek camêran rê va biçî, rabûyî dibêjî ku dinya di bin destê min da ye. Tu çi dikarî ku bizanî dinya di bin dest kê da ye!”

Bi vê gotinê, masiyê reş ê piçûk, hêdika xwe paş da kişandî bû.

Di wê demê da sîya tiştekî da avê, kevirek hat li serê kêvjingê ket û ew kire nav lîmê.

Gava margîskê ev dît, ewqas keniya ku hindik ma bişqite, bikeve nav avê.

Kêvjing nikaribû xwe ji nav lîme derxe. Gelo kê ew kevira avêtibû?

Masiyê reş ê piçûk di ber newalê da şivanek xort dît. Şivan li kêvjing û masî dinhêrîbû. Di wê demê da keriyê mîh û bizinan nêzikî newalê bûn. Dengê ku wan derdixistin li derdoran da bilind dibû. Masiyê reş ê piçûk, li av vexwarina mîh û bizinan nihêri û piştre sobayî kir çû cem margiskê. Jê ra got:

“Silav ji te ra, margîska delal! Navê min Masiyê Reş ê Piçûk e. Ez dixwazim heya dawîya vê avê biçim. Baweriya min heye ku tu yekî baqil i, ji bo wê dixwazim ji te hin tiştan bipirsim.”

“Keremke, çi dixwazî bipirse,” got margîskê.

“Li ser rê pir kesan ji min ra gotin ku ez, di dema rêwitiyê da xwe ji çivîkên pelîkanan ji masiyên birek û ji reşelîlan biparêzim. Tu, tiştê ku di derheqa van da dizanî, dikarî ji min ra bêjî?”

Margîskê, tiştê ku dizanîbû ji wî ra gotin:

“Li van ciyan reşelîl jî, masiyên birek jî tunin. Ewana behran da dijîn. Lê li van doran dibe ku tu rastî pelîkanan tê. Pelîkan çivîkeke avê yê. Xwe ji wê biparêze. Ew heyvanek gelek bi fend e, vîya cara bîr neke. Di binê nukilê wê da ji kîsikek heye.”

“Kîsikê çi ye?” bi mereq pirsî, masiyê reş ê piçûk.

“Kîsikê ku tu dizanî,” got margîskê. “Di bin nukilê we da wek turek mezin didalıqe. Tê da avê berhevdike. Tenê av be, baş e, xwarinê jî berhevdike.”

“Min qet ne bihistîbû,” got masiye reş ê piçûk.

“Evqas tiştê kune te ne dîtiye û ne bihistiye hene ku,” got margiskê. “Ew kîsikê pelîkanê wek dafik e. Masî dikevin vê dafikê û ji wir jî diçin zikê pelîkanê. Ew mehlûqa bêbext gelek caran masiyê ku digire demekî di kîsikê xwe da vedişêre, hema naxwe; kingê birçî bû, ji wan masiyan hinekî davêje zikê xwe.

Masiyê reş e piçûk bi mereq jê pirsî:

“Em bibêjin ku masiyek kete kîsikê wê, gelo xilasiya wê heye yan tune?”

“Heye, çima nebe,” got margîskê. “Tenê rêke xilasbûnê heye, gere kîsik biqelişîni.”

“Biqelişînim?”

“Rêya te ku ewqas dirêje, gere tu ji belan û xeteran çava dikarî xwe xilaskî, hînbî.”

“Baş e, lê çawa?”

“Ji bo vîya ez ê xençerek bidim te. Kingê tu tengasîyê da mayî ew xençer arîkariya te bike.”

Piştî van gotinan, margîsk di qeliştokeke nav keviran da winda bû. Pir ne borî, bi tevî xençerekî vegerî.

Margîsk û masiyan (Kertenkele ve balıklar)

**

Masiyê reş ê piçûk xençer girt:

“Gelek sıpas dikim, margîska delal,” got. “Tu çiqas baş î…”

“Ne hevca sipasê ye,” got margîskê. “Li ba min gelek kelem hene. Kingê ku wala dimînim, rûdinim ji wan keleman ji xwe ra xençera çêdikim, piştre ji ewana didime masiyên nola te baqil.”

Kingê masiyê reş ê piçûk ev gotinana bihîstin, serê xwe hilda, metelmayî:

“Berî min jî ji vê rê masî derbasbûn?”

Margîskê lê vegerand:

“Zaf, him  jî gelek zaf. Nuha li wê derê bûne komek mezin. Hemû yek bûne û rû û can ji masîvanan girtine.”

Masiyê reş ê piçûk ji vê gotinê tiştek fam nekiribû. Paşê xwe negirt, jê pirsî:

“Margîska delal, min bibaxşîne. Min bi gelek pirsan tu aciz kirî, qisûran me nihêre. Lê pirseke min ê din heye: Ev masiyên ku yek bunê, çawa rû û can ji masîvanan girtine?”

Margîsk kenîya:

“Masîyan dest dene hev, yek bune, torên masîvanan kaşdikin, dibin binê behre.”

Margiskê guhê da ser qeliştoka kêvir, guhdarî kir.

“Bi îzna te, masiyê reş ê piçûk,” got, “gere ez biçim, zarokên min hişyarbûne.”

Xwe di na qeliştokê da windakir.

Masîvan û masiyan (Balıkçı ve balıklar)

**

Masiyê reş ê piçûk, dudilî, ji wê derê durket. Her çiqas wî dixwast ku hîn bi vê margîska delal ra dûr û dirêj xeberde.

Di serê wî da gelek pirs diçûn û dahatin.

Ev newala, bi rastî, di behrê da xilas dibû?

Dibên, mehlûqek bi navê pelîkan heye ku gelek bi xeter e, di bin nukila wê jî kîsikek heye. Gelo ew mehlûqa pir bi hêz e?

Belê, masî çima ji masiyê birek ditirsiyan?

Masiyek çima masiyekî din bixwarana? Mehlûqek qet mehlûqeke din ku ji cisnê xwe hatibû dixaribû?

Lê belê, ew reşelîl çima ji me ra dujminatî dikirin?

“Çi ecêb e,” got masiyê reş ê piçûk, di dilê xwe da, “ji diya xwe veqetiyam vir da tişt hînbûm.”

Alîkî da ber bi pêş sobayî dikir, aliyê din da jî difikirî. Her gavekî da tiştên nuh didîdin û tiştên nuh hîn dibû. Êdî, xwe ji çiran ber bi jêr berdan, gelek bûyerek hêsan bû û pê gelek şadibû. Tîrêjên royê ku li pişta wî dixist hêz dida wî. Pir neborî, li qirax newalê rastî xezalekî hat. Usa xuya dikir ku xezal bi tiştekî ditirsiya.

Masiyê reş ê piçûk û xezal (Küçük kara balık ve ceylan)

**

Masiyê reş ê piçûk silav lêkir û got: “Xezala bedew, leza te çiye?”

“Nêçîrvan bi dû min in,” got xezalê. “Binhêr ez birîndar kirim.” Masiyê reş ê piçûk birîna wê nedît. Lê gava dît xezal dikule û durdikeve, famkir ku wê jê ra rastî gotiye.

Hinekî din çû, di cîyekî da rastî reqên tiral hat.

Pir neborî, xwendina kewan hate guhê wî. Te digo, dengê xwe bilind kiribûn dikeniyan.

Bîhna giyayên çolê û bîhna avê di hewan da tevlihev dibû.

Piştî nîvro newal gelekî fireh bû. Di nav zevîyan û daran da dirêj dibû û diçû. Ava newalê çiqas ji zêde bibû? Masiyê reş ê piçûk, di nav ewqas ava gur da bi dilê xwe sobayî dikir.

Nişkê da rastî zurbekî masiyan hat. Ji diya xwe qetiyabû vir da ew cara pêşîn bû ku rastî masiyan dihat. Çend masiyên piçûk dora wî girtin, jê pirsîn:

“Tu xerîb î, usa  nîn e?”

Wî got: “Belê ez xerîb im, ji gelekî dûr têm.”

“Ku da diçî?”

“Ez ê heta dawiya newalê biçim.”

“Tu behsa kîjan newalê dikî?”

“Vê newalê, ev e, em tê da sobayî dikin.”

“Em ji wê ra newa nabêjin, çem dibêjin,” gotin masiyên piçûk.

Masiyê reş ê piçûk kete nav ramanan û bêdeng ma.

Masîkî piçûk ber bi wî hat:

“Heya te heye ku pêşîya te da li vê nêzikê da pelîkanek disekine,” got.

“Erê, heya min jê heye.”

Masiyêk dinê yê piçûk jê pirsî:

“Lê heya te ji kîsikê wî yê mezin jî heye?”

“Belê heya min ji wê li heye,” got masiyê reş ê piçûk.

Masiyek din ê piçûk, metelmayî jê pirsî:

“Ew kîsikê mezin çiqas bi xeter e, tu wê jî dizanî?”

“Naxêr, nizanim.”

Masiyên piçûk bi tirs çûn hatin. Jê ra gotin:

“Dîsa jî tu dixwazî ku rêya xwe da herî, erê?”

“Belê, çare nîn e,” got masiyê reş ê piçûk. “Çi dibe bila bibe, gere ez biçim.

Pir neborî, di nav masiyên herî piçûk da bû hawar ku, masiyek mîna wan, yekî reş ê piçûk hatiyê, ew ê heya dawîya çêm sobayî bike û ew, ji pelîkanê ji natirse. Her çiqas çend masiyên piçûk xwestin ku tev li wî biçin, paşê newêrîn. Eşkerebû ku ew ji dê û bavên xwe ditirsiyan, lê nediwêrîn bêjin.

Çend masiyan herî piçûk usa digotin:

“Ger pelîkan nebûya, em ê bi kefxweşî tev li te bihatana, lê ji wê kîsikê wî yê mezin hundirê me diqetê.”

Çem ji nav gundekî derbas dibû. Jinan li qiraxê çêm, bi helahela fere-fol û kinc dişûştin. Masiyê reş ê piçûk, demekî guh da xeberdana wan, li zarokan nihêrî, ewana nav avê da sobayî dikirin. Paşî dîsa da rêya xwe. Sobayî kir û kir, heta ku dinya bû tarî. Xewa wî hat û di bin kevirekî da dirêj bu.

Masiyê reş ê piçûk û hîv (Küçük kara balık ve ay)

**

Nivê şevê gava çavê xwe vekir, dit ku tirêjên hîvê rûyê avê wek neynikekê ronak kiriye. Tu dibê der û dor kirine avezîvê. Masiyê reş ê piçûk ji hîvê zahf hezdikir. Hîn ku li mala diya xwe bû, di şevên ronak da, çiqas dixwest ku ji bin kevirê kevzegirtî derkeve û bi hîvê ra bipeyîve. Lê pir mixabin ku, çer ji ciyê xwe diliviya, diya wî hişyar dibû, pê doçika wî digirt û ew paş va dikişand, jê ra digot razê û nedihişt ku bi hîvê ra bipeyîve. Nuha kêf kêfa wî bû ku diya wî li cem nebû. Masiyê reş ê piçûk ber bi hîvê sobayî kir. Jê ra got:

“Şev baş, hîva min a delal.”

Hîvê lê vegerand:

“Şev baş, masiyê reş ê piçûk. Baş e, lê tu li van deran çi digerî?”

“Ez derketime ku dinya alemê bibînim,” got masiyê reş ê piçûk.

“Dinya ewqas mezine ku tu nikarî her derê wê bibînî.”

“Tiştek nabe, ez jî heta kuderê bû diçim.”

Hîvê, famkir ku hinek şunda çi tê serê xwe, usa got:

“Ax, min çiqas dixwest ku em heta sibê hevra biminîn. Lê ewrekî reş û bêtar nêzîkî min dibe. Wê gavê ronahiya min xevda dibe.”

“Hîva delal, tu nizanî ez ji tirêjên te çawa hezdikim. Tim ronak bike min,” got masiyê rêş ê piçûk.

“Masiyê delal ê reş û piçûk,” got hivê. “Ya rastî ev ronahî ya min nîn e. Roj vê ronahiyê deyn dide min, ez jî pê dinyê ronak dikim.”

Hinek şunda jî, hivê, usa dom kir:

“Ax masiyê rêş ê piçûk, derdê min mezin e.”

“Derdê te çibe ku?” got masiyê reş ê piçûk.

“Dibe ku te bîhîstîye, mirovan dest pê kirin, êdî li ser min digerin.”

Kingê masiyê reş ê piçûk ev gotina bihîst, tu bêjî zimanê wî hate girtin.

“Lê ev… ev… nabe,” got kakazî.

“Mi jî notî te nabe digot, lê mirovan ku carek tiştek kirin serê xwe…”

Hîn ku hivê gotina xwe xilas ne kiribû, ewrekî terîkî hat û pêşya wê girt. Herder şevareş bû. Nav vê şevareşiyê da xerîbiyek mezin hate ser masiyê reş ê piçûk. Demekî bi tirs û poşmanî li tariyê nihêrî. Paşê, şemitî bin kêvir û cehtkir ku dîsa xwe da biçe.

Sibê da zû, bi pistepista çend masiyên piçûk li dora wî, ji xewê hişyar bû.

Masiyên piçûk, gava ku hiyarbûna wî dîtin hemûyan bi hevra:

“Rojbaş’1 gotin.

Masiyê reş ê piçûk ew naskiribûn. Li wan vegerand:

“Rojbaş! Usa xuyaye ku hûn jî dixwazin bi min ra bên?”

“Belê,” got piçûktirê wan. “Lê dîsa jî em ditirsin.”

Pelîkan û masiyan (Pelikan ve balıklar)

**

Masiyek dinê piçûk:

“Ji bona Pelîkanê dilê me tucar rehet nîn e,” got.

Li ser vê, masiyê reş ê piçûk usa got:

“Hûn tenê difikirin. Lê tenê bi fikrandinê nabe. Dibe em bi rêkevin. Wê gavê hemû tirsên we direvin diçin.

Di dema ku ewana xwe çêkirin derkevin ser rê, nişkaya ava dora wan pêl dan, vî alî, wî alî pekiyan û cilek reş di ser wan da bû. Dora wan bû zulmet. Mîna şevê. Keysa rev û zivirînê jî ne mabû.

Masiyê reş ê piçûk wê gavê famkir ku ew hemû ketina dafika Pelîkanê. Bona haşkirina wan, usa got:

“Hevalino, em hemû ketin kîsîka Pelîkanê. Lê li vir jî rê û çareyên xilasbûnê hene.”

Masiyên piçûk dest bi gîrine kirin.

“Ax, em nikarin jî vir birevin. Tu guman û hêvî ne maye. Hemû suc ê te ye. Te em ji rê derxistin. Te rehetiya me xirawkir,” gotin.

“Pelîkan ê me hemûyan daqurtîne,” digotin û digriyan.

Masiyek din ê piçûk jî, bi hîske hîsk:

“Axiriya me hat,” digot.

Di wê demê da, bi gurîna keneke teqeteq, di nav tur da tevlihev bûn. Pelîkan dikeniya.

“Hohoy! Min çi masiyên piçûk ên delal girtin. Gunehê min bi we tê. Bawerbin, qêmîşe we nabim ku we daqurtînim, hohohoy’1

Masiyên piçûk, bi rica û minnet li ber Pelîkanê geriyan û usa gotin:

“Pelîkana hêja! Me derheqa te da her tim gotinên baş bihistîn. Bi rastî ji ger tu ewqas dilbaş î, çi dibe, vî devê xwe yê delal veke û em derkevin. Em ê tim ji te ra dıa bikin, xweşiya te bixwazin.”

Kingê pelîkanê ev gotin bihîstin:

“Hela bisekinin heyran, çima telaşe dikin?” got bi ken. “Ez ê we zutirkê danaqurtînim. Hela hinekî bihna xwe hildin. Ger hûn li binê kîsik binhêrin, hun ê bibînin ku hîn di ambara minda çiqas xwarin heye.”

Bi rastî jî, binê kîsk bi masiyên hur û mezin tije bû. Dîsa ji masiyên piçûk dest bi bergerînê bernedan:

“Pelîkana hêja,” gotin. “Me tu tiştekî xirab ne kiriye. Em bê suc in. Ev masiyê reş ê piçûk em xapandin.”

Masiyê reş ê piçûk qîriya ser wan:

“Bêbextino! Hûn çawa vê civîka xana û fendbaz wek dilbaş dihesibînin û jê arîrakiyê dixwazin?”

Masiyek piçûk bi hêrs lê vegerand:

“Çi dibêjî guhê te dibihîse? Bînhêr, tu ê bibînî, Pelikana hêja me ê bibexşîne û cezakî rind ji bide te.”

Hinek şunda, Pelîkanê vegerî wan:

“Belê,” got, “ez ê we bibexşînim. Lê şertekî min heye!”

Masiyên piçûk bi lez û bez:

“Çiye?” gotin. “Şertê te çiye Pelîkana hêja? Bêje, em ê zûtirkê bînîne cî, çi dibe zû bêje,” gotin û ber wê geriyan.

Pelîkanê usa got:

“Ka ew masiyê reş ê piçûk heye, bi xwe zahf qail dibe, ger hûn wî bikujin ez ê we berdim.”

Masiyê reş ê piçûk xwe paş da kişand. Bin dengek nizm:

“Nebî nebî, bi wê bawerî bikin. Ew civîka bêbext dixwaze ku me berde hev.”

Çi heye ku masiyên piçûk guh ne didan van pirsan. Masiyê reş ê piçûk dengê xwe bilindkir:

“Hela deqekî keremkin. Gotinek min heye.”

Lê kesî guh ne dida wî. Tu dibê hişê wan ji ser wan çûbû. Derdê xwe da ketibûn û dixwestin ku zûtirkê xilasbin.

Êrişî ser masiyê reş ê piçûk kirin. Wi xwe şunda kişand. Û qîriya ser wan:

“Tirsonekno! Hûn hemû hatin girtinê. Hun ê nikarin bi min tiştekî bikin. Qiweta we nagihîje min.”

Lê yê ku guh dida wî kî bû.

“Em ê te bixeniqînin, bikujin! Em azadiya xwe dixwazin!” gotin û ser wî da çûn.

“Ma hûn dîn bûne?” got masiyê reş ê piçûk. Xebitî ku xwe ji wan biperêze.

“Ger hûn min bixeniqînin jî nikarin jê vê derê xilasbin. Nebî ku hûn bi gotinên wê bixapin. Ew derewan dike!”

“Tu bona xilaskirina canê xwe usa xeberdidî,” got masiyek piçûk. “Kula te em nîn in.”

“Bisekinin! Gotinek min heye,” got bi qîrî, masiyê reş ê piçûk. “Guh bidin min! Nuha ez ê biçim jêr, cem masiyên mirî û li wir dirêjbim. Ez ê mîna miriyan bikim. Hûn Pelîkanê ra bêjin ku me ew xeniqandiye û kuştiye. Em ê binhêrin, hela ew wa berdide an nade. Ger hûn gotina min nekin, ez ê we hemûyan bi vê xençera destê xwe bikujim, we famkir? Piştre jî kîsk diqelêşim û direvim. Hûn jî vir da..”

“Ez ditirsim,” got masiyek piçûktirîn û dest bi gîrinê kir. Wê gavê masiyê reş ê piçûk:

“We va berxa şîr çima girtiye cem xwe?” got û nişkava xençera xwe kişand.

Masiyên piçûk dîtin ku carekî din ne maye, qestika şerek derxistin masiyê reş ê piçûk ji nav şer da qestika xwe kuştî nîşanda û li binî, cem masiyên mirî dirêjbû, ma

Wê gavê masiyên piçûk deng li civîkê kirin:

“Pelîkana hêja! Ez benî, me ew masiyê reş ê piçûk û qure xeniqand û kuşt.”

“Eferim ji we ra,” got Pelîkan, û dengê xwe berda keniya. “Nuha şabaşek min gelek rind ji we ra heye. Ez ê we saxe sax biqurtînim ku hûn di bizê mi da gereken baş bikin!”

Masiyên piçûk hîn tiştek famnekirîbûn ku ji gevriya Pelîkanê ber bi hûr şemitîn û windabûn.

Lê masiyê me yê reş û piçûk zûtirkê xençera xwe kişand, bi hemû qiweta xwe ew daşande kîsikê Pelîkanê, tê da qulek vekir. Ji vê qulê xwe avête der û bazda. Bi dû xwe qîreqîra Pelîkanê dibihîst. Pelîkan, ji hêrs mîna dînan bûbû, serê xwe xiste avê, lê ne gihîşte masiyê reş ê piçûk.

“Masiyê reş ê piçûk xençera xwe kişand” 

“Küçük kara balık hançerini çekti”

**

Masiyê reş ê piçûk ji sibê heya nîvro sobayî kir, qet bîhn neda xwe û rêva çû. Çiya û deşt di paş wî da mabûn. Çem di zozanek firah da diherikî û diçû. Ji vî alî, wî alî newalên piçûk tevli çêm dibûn û ava wî zêde dikirin. Ava çêm çiqasî zêde dibû kêfa masiyê reş ji ewqas dahate cî. Usa bû ku êdî binê çêm jî ne didît. Alî rastê sobayî kir, alî çepê sobayî kir, lê nefîle; êdî qiraxê çêm ji ne dihate dîtinê. Derdorê wî da ewqas pir av hebû ku metelma. Kîjan alî da sobayî bike, dîsa avên bê paşî didît.

Wê demê da mehlûqek dirêj wek birûskê ser wî da hat. Birekeke wî yê dualî û tuj ji hebû. Masiyê reş e piçûk nişkava famkir ew çiye. Eva masiyê birek bû. Masiyê reş ê piçûk gelek tirsî, got, “lê ku nuha mi bîke du felqa!”.  Hişê xwe anî serê xwe, wek tîrekî ber bi rûyê avê sobayî kir. Hinekî sekinî, paşê, bona dîtina binê behrê, xwe ber bi jêr berda. Wê demê rastî bi sedan, bi hezeran masiyan hat.

“Hevalîno,” got ji wan ra, “ez xerîbim, gelek ji dûr têm. Kerema xwe bêjin, ez li ku me?”

Masiyekî ku ev pirs bihîst, vegerî deng li hevalên xwe kir:

“Hela werin, yekî nuh tevî me bû!”

Piştre, vegerî masiyê reş ê piçûk, got:

“Hevalê delal, tu bi xêr hatî behra me.”

Masiyek din:

“Hemû newal û çem di behrê da xilas dibin,” got. “Lê dawîya hinekan lîlan e.”

Masiyê sisêyan jî, bi dil û can:

“Kingê bixwazî dikarî tevî me bî,” got.

Masiyê reş ê piçûk gelek şadıbû ku dawîyê da gihiştibû behrê.

“Berê hinekî bimeşim, derdoran bibînim û paşê bêm tevî we bim, usa nabe? Gava ku hûn yekbûn û we tora masîvanekî bi hevra kişande binî behrê gelek dixwazim tevî we bim.”

“Ev daxwaza te di nêzîkê da bibe rast,” got masiyekî. “Lê mîna gotina xwe, dixwazî berê li der-doran bimeşe, bibîne. Lê xwe ji reşêlîlanê biparêze. Van rojana tirsa wê ji kesî tune. Her roj ku ji me pênc-şeş masiyên negre û nequrtîne ji pey me naqete.”

Masiyê reş ê piçûk ji hevalên xwe yên nuh dûrket û ber bi rûyê behrê derket.

Reşêlîlan û masiyan (Balıkçıl kuşu ve balıklar)

**

Rojê der-dor germ dikir. Kingê tîna wê li pişta masiyê reş û piçûk dixist, ew şadibû. Vir da, vê da sobayî dikir û xwe û xwe ra xeberdida:

“Belê, dibe ku mirin gelek bi hêsanî min bi destxe. Lê bi rastî jî ez naxwazim xwe eşkere bavême mirinê. Bibê nebê, rojekî ez ê bimrim. Mirin ne tiştekî girîng e. Tiştê girîng ev e ku bi jiyîna xwe jî, bi mirina xwe jî li ser xelkê tesîr bikim.”

Hîn gotina xwe xilas nekiribû ku reşêlîlanekê xwe avête ser wî, bi nukila xwe ew girt û ber bi jor firda. Masiyê reş ê piçûk di nav nukilê da gelek pirpitî lê nekarî xwe xilas bike. Civîkê bi pişta wî hişke hişk girtibû. Bi zorê bîhna xwe hildida.

Masiyê reş ê piçûk bi xwe û xwe fikirî: “Gelo, masiyek piçûk çiqasî dikare bê av bimîne? Xwezî ev çivîka min zûtirkê biqurtîne û ez di walayîya hûrê wê yê şil da hinekî bême xwe.”

Ji civîkê pirsî:

“Çima tu min saxe sax qurt nakî? Him jî tu dizanî, ez ji wan masiyan im ku mirin şunda jahr bela dikin…”

Civikê bersîva wî neda. Dilê xwe da got:

“Fênbazo! Tu jî dixwazî min bixapînî. Dixwazî ku devê xwe vekim xeberdim û tu jî birevî, tu war dizanî mi famnekir?”

Ji dûr reşiyê xuyar kir. Her ku çû erd nêzik dibû.

“Ger em gihiştîne qiraxê dawîya min hat,” got masiyê reş ê piçûk.

Dîsa dest pê kir û civîkê ra xeberda:

“Min famkir,” got. “Tu min ji zarokên xwe ra dibî. Lê gava em gihîştine qiraxê ez ê mirî bim. Miriyek ku jahr bela dike. Gunehê te bi min nayê, qe nebe, bila bi zarokên te bê.”

Civîk difikirîbû:

“Hewce ye ku ez vî masiyî bi zarokên xwe xwarin nedim. Çi dibe, çi nabe… Ya baştır ev e ku ez bi xwe bixwim. Ji bo zarokên xwe masiyên din digrim.”

Hinekî bê deng firîn. Êdî erd gelekî nêzîk bûbû.

Reşêlîlan dilê xwe da usa digot:

“Dibe ku dixwaze min bixapîne? Na gidî. Ev kîye ku min bixapîne?”

Wê, masiyê reş ê piçûk di nav nukila wê da bê can diheje. Bi tirs lezand. Û qîriya:

“Lo, piçûko! Min ê tu xwaşî bixwara. Tu mirî, çi bû?”

Gava ku wê, bo van pirsan nukila xwe vekir, masiyê reş ê piçûk xwe xilaskir û berî da ava behrê.

Reşêlîlan, bi fênda masiyê reş ê piçûk gelek hêrsketî, bi dû wî ket.

Masiyê piçûk, ji walayiyê we birûskê kete avê; gelek bîriya avê kiribû, devê xwe pir caran vekir û girt. Hîn ku jî avê têr ne bûbû, reşêlîlan, bi hemû leza xwe, xwe avête ser wî. Dîsa ew girt û hema daqurtand.

Her tişt ewqasa bi lez û bez bûbû ku masiyê reş ê piçûk, çi hatibû serê wî gelek şunda famkir. Her der tarî bû. Her der şil bû. Cavên wî hêdî hêdî hînî vê tariyê bûn. Nişkava li ber xwe masiyek piçûk dît. Çavên wî ji gîrînê perçiftîbûn. Ev masiyê piçûk, bê seknandin, gazî diya xwe dikir. Masiyê me yê reş û piçûk nêzikî wî bû:

“Megir piçûk,” got. “Girîn û gazîn badilhewa ye. Şunda ku bi xwe cefa dikî, ji rêyên xilasbûnê bigerî baştir nîn e?”

“Tu… Tu kî yî? Tu…na… nabînî ku… ez… ez êdî xilasnabim… dayêêê… ez êdî… nikarim… tora masivan… bi hevalên xwe ra… ber bi binê behrê bikşînim… dayêêê…”

Masiyê reş ê piçûk qîriya ser wî:

“Dev ji gîrînê berde. Te masî gişt rezîl kirin!”

Masiyê piçûk hêdî hêdî dev ji gîrînê berda, hişê xwe topa serê xwe kir.

Masiyê reş ê piçûk got:

“Guhê xwe baş bide min. Ez ê vê reşêlîlanê bikujim.”

“Tu ê bikujî?” got masiyê piçûk, metelmayî.

“Belê. Ez ê wê bikujim ku hemû masî xilasbin. Lê berî her tiştî jî, te ji vê derê xilaskim ku şematê te bê birîn.”

Masiyê piçûk bi şik nihêrî wî û jê ra got:

“Tu jî êdî ji mirîyan tê hesibandin. Çawa tu dikarî reşêlîlanê bikujî?”

Masiyê reş ê piçûk xençera xwe derxist:

“Aha, bi vê, ez ê zikê wê biqelişînim,” got. “Baş guh bide min. Nuha ez, çiqas ji dest min hat, xwe ji vir davêjim wê û reşêlîlanê qurçî dikim. Ew ê bona ku bikene devê xwe veke, tu wê gavê da xwe davêjî der, te famkir?”

Masiyê piçûk bi fikar û tirs pirsî:

“Baş e, lê tu çawa dibî?”

“Tu min qet nefikire,” got masiyê reş ê piçûk. “Heya ku vî dehbeyî nekujim, dernakevime der.”

Masiyê reş ê piçûk, piştî vê gotinê, di hûrê reşêlîlanê da xwe avête vî alî û wî alî, hat û çû. Masiyê piçûk jî li ber devê civîkê sekinî ku cer firsend dît, xwe bavêje der. Pir ne borî, reşêlîlan qilî bû û xwe negirt, nukila xwe vekir û dest bi kenê kir. Masiyê piçûk xwe ji nukilê avête der û gihişte azadîya xwe. Li der va, gelek waxt li hêviya masiyê reş ê piçûk ma. Lê ew nehate cem. Li ku mabû ew, çima nedihat?

Nişkava bi qîrîneke mezin der û doran deng da. Ew reşêlîlan bû diqîriya. Wê, bi qîrîn li hewan glopanî davêt û ber bi jêrr diket. Bi laşê xwe yê giran hat li avê ket. Çend cara pirpitî û pir ne borî, bê can dirêjbû ma. Pêlên avê ew durxistin, ji çavan windabû, çû. Çi heye ku, ji wê rojê şunda kesekî masiyê reş ê piçûk cardin ne dît, û xeberek jî wî ne stand.

Pîrka masî çîroneka xwe xilas kiribû. Nêzîkî donzdeh hezar zar û nebyên xwe ra usa got:

“Zarokên min, êdî wexta xewê hat, biçin birazên.”

Zarok bi hevra qîriyan:”

“Pîrkê! Pîrkê! Masiyê piçûk ku xilas bû, wî çikir, te ji me ra ne got?”

“Ez wê jî subê êvarê dibêjim,” got pîrka masî. “Nuha dema xewê hat. Şev baş.”

Donzdeh hezar masiyê piçûk, şev baş gotin û çûn razanê.

Yanzdeh hezar û nehsed û nod û neh masiyê piçûk, piştî ku şev baş gotin, çûn li hêlîna xwe da dirêjbûn û di cî da xew da çûn. Pîrka masî jî xwe da çû.

Lê xew ne kete çavê masiyek sor ê piçûk. Wî, heya sibê behr anîn ber çavê xwe û ket ramanen kûr.

DAWÎ (SON)

NOT: ŞEVAL HUN’UN KALEMİNDEN YAZIYLA İLGİLİ GÜZEL BİR YORUM

 Öncelikle, Dünya Ana Dil Günü’nün bizim için büyük bir önemi olduğunu ifade etmek isterim. Yıllardır, sıklıkla dile getirdiğin ve birçok makalen ile kitabında ana dilimiz olan Kurmanççaya (Kurmancî) yer vermen ve sürekli olarak onu güncel tutman beni gerçekten gururlandırıyor.
Maalesef biz toplum olarak, küçük ve önemsiz detaylarda kaybolabiliyoruz. Ancak, merhum İhsan Aksoy’un Masiyê Reş ê Piçûk (Küçük Kara Balık) kitabı, çok değerli bir çalışma ve ben bunu senden öğrendiğimde gerçekten çok şaşırmıştım. Neden Kürt toplumu, bu kadar değerli yazarları ve eserleri sahiplenmiyor, diyerek kendimi sorguladım.
Çalışmalarınla, emeğinle ve çabanla bizi aydınlattığın, bilgilendirdiğin için sana çok teşekkür ediyorum. Bizler, Kürt olarak doğmuş ama Türk gibi yaşayan çocuklar olarak ana dilimizden koptuğumuz için gerçekten üzgünüz.
Küçük Kara Balık hikâyem nasıl başladı?
1980’li yıllardı, ilkokul 3. sınıftaydım. Yaz tatilinde babamdan bir hikâye kitabı istemiştim. Babam bana, İstanbul’dan aldığı Küçük Kara Balık kitabını getirdi. İlk geldiğinde kitabı elinde bulamadım, “Sabırlı ol, getireceğim,” dedi ve kitabın balyanın içinde olduğunu söyledi.
O kadar sabırsızdım ki! Birkaç saat bekledim, babam çok yorgundu, dizlerinin dibinde durarak sürekli kitabı sordum. Annem dayanamadı, “Babanı rahat bırak, ne istiyorsun adamdan, çok yorgun,” dedi. Ama ben üzülerek beklemeye devam ettim.
Babam sonunda depoya gitti, ben de arkasına takıldım. Babam bir balyanın orta kısmını bıçakla kesti ve kitabı çıkardı. O an, gerçekten çok mutluydum. Hemen kitabı alıp eve geldim, yatağıma geçtim ve okumaya başladım. Kitabı okurken uyuya kalmışım. Uyandığımda kitabımı bulamadım. Yeri göğü oynattım, her yeri aradım. Mehmet Abim geldi ve kitabı yastığımın altına koyduğunu söyledi. O an tekrar çok mutlu oldum.
O günden sonra fırsat buldukça kitabı elime alıp mahalle çocuklarını etrafıma toplardım, onlara tekrar tekrar okurdum. Bir gün Azeri komşumuz, rahmetli Asya Teyze kafasını camdan uzattı: “Ay gij, balık da heç danışar mı? İndi İrehim (Rahim) Emin o küçük kara balığı eve getirecek, pişirip yiyeciyik.”
Bunu duyunca çok üzüldüm, ağlayarak eve koştum. Babam balkonda çay içiyordu. Anlattıklarımı dinleyince babam çok sinirlendi, Asya Teyzeye seslendi:“Ayıptır komşu, sen niye kızımı ağlatıyorsun? O balık, bu balık değil ki!”
Asya Teyze, “Ay Hacı gardaş, valla şaka elemişem,” diyerek durumu yumuşatmaya çalıştı. O an içim ferahladı ama uzun bir süre balık yemedim.
Okul açıldı. İlk gün kitabımı alıp okula gittim. Öğretmenimiz yoktu, yerine müdür yardımcısı Musa Atış dersimize geldi. Hepimiz ondan çok korkuyorduk. Biz öğrenciler için Musa Hoca çok zalimdi. Çocukların kulaklarını tırnağıyla basarak cezalandırırdı.
Teneffüste çocukları etrafıma topladım ve kitabı okumaya başladım. Bir anda Musa Atış başımıza dikildi, kitabımı elimden çekip aldı, evirdi çevirdi, “Bu Kominist’in kitabını nereden buldun?” diye bağırdı. Ben ağlamaya başladım. Hem çok korkmuştum hem de kitabım elimden alınmıştı. O zaman elbette “Komünist” ne demek bilmiyordum.
Okul çıkışı, Musa Atış beni babamın yanına götürdü. Babama, “Bu tür kitapları neden alıyorsunuz? Bunlar çocuklar için uygun değil,” dedi. Babam da Musa Hoca’ya, “Asıl sen uygun değilsin ama öğretmen olmuşsun. Kızımın kitabını geri ver!” diyerek sert bir tepki gösterdi. Cesaret alıp araya girdim: “Baba, benim kitabıma Komünist dedi. Elimden aldı,” diyerek ağlamaya başladım. Bunu duyunca Musa Hoca, bozuldu.
Babam bana para verdi, gönlümü aldı: “Ağlama kızım, git kendine bir şeyler al!”
O günden sonra özgür bir “Küçük Kara Balık” olarak yaşamaya karar verdim.
Sevgili eşim, sana ve merhum İhsan Aksoy’a minnettarım. Bizlere kattığınız bu değerler, bu hikayeler bizim kimliğimizin bir parçası oldu. Sevgiyle